* Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Marmarayê pêk hatine, aşkere kiriye. Rapor behsa bûyerên sê mehên dawiyê dike.
ÎHDyê rapor di encama serlêdanan û kontrola nûçeyan de amade kiriye ku 51 rûpel e.
Di raporê de ÎHDyê behsa van binpêkirinan kiriye:
“Di van sê mehan de êrîşên fizîkî, gefxwarin, derblêdan, lêgerîna tazî, bi rêya lêgerînên ji nişka ve îşkencekirin û pêkanînên xirab, astengiyên li ber dermankirinê û qedexeyên kêfî dewam kirine.”
ÎHDyê diyar kiriye ku di meha Nîsanê de 6 kesan, di Gulanê de 30 kesan, di Hezîranê de 36 kesan, li ser hev 72 kesan serî li wan daye. Herî zêde ji Girtîgeha Sîlîvriyê serî li wan dane.
Girtiyên bi Covid-19ê û yên pêneketine xistine heman qawîşan
Di beşa nirxandinê ya raporên de wiha behsa binpêkirinan hatiye kirin:
- Bi sedema şewba Covid-19ê astengiyên li ber hemû mafên civakî hatine dayîn dewam kirine, tecrît û îzolasyon girantir bûye.
- Ji ber tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin hejmara pêketiyên Covid-19ê zêde bûne, girtiyên testên wan pozîtîf derketine û yên bi nexweşiyê neketine xistine heman hicreyan. Bi vê re rê li ber belavbûna nexweşiyê vekirine.
- Ew pirsgirêkên weke betalkirina randewûyên doktoran, dermankirina kelemçekirî û yên weke wan, zêde bûne.
- Pêketiyên Covid-19ê hê jî têr nikarin xwarinê bidest bixin. D dema lêgerîna hicreyan û li ser girtiyan, gardiyan maskeyan nadin ber devê xwe û lepikan naxin destên xwe. Navberê naxin xwe û girtiyan û girtiyên li dijî vê derdikevin, bi cezayên avêtina hicreyan tên cezakirin.
- Di vê demê de yek ji pirsgirêkên herî zêde heye ew e ku dixwazin girtiyan tazî bikin û li ser wan bigerin û li nava devê wan bigerin.
- Girtiyên ku li dijî vê derketine hatine îşkencekirin, cil û bergên wan zîvar zîvarî kirine û ji wan kirine. Bi îdiaya li dijî karmendê wezîfedar derketiye doz li wan hatine vekirin û gilînameyên girtiyan bi gotinên “hewceyî pêketinê nake” hatine bersivdan.
- Di dema pandemiyê de pêkanîna tecrîdê li girtîgehan girantir kirine, mafên sohbetkirin û sporê yên girtiyan ên bi girtiyên din re bi temamî, peywendîdanîna girtiyan a bi malbat û xizmên wan jî bi kelûpel û pekanînên cûrbecûr, gelekî hatine sînorkirin.
Ji bo tevahiya raporê bitikîne