Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 184 hezar û 462 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 151 kesan pozîtîf derketiye, 59 kes pê mirine û 4 hezar û 946 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 21ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 181 hezar û 42 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 39 milyon û 63 hezar û 433 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 21 milyon û 279 hezar û 203 kesan doza 2yem, 3 milyon û 669 hezar û 529 kesan doza sêyem, li ser hev 64 milyon û 12 hezar û 165 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)