Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 238 hezar û 867 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 907 kesan pozîtîf derketiye, 43 kes pê mirine û 5 hezar û 63 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 12ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de mîlyon û 280 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 38 milyon û 445 hezar û 942 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 18 milyon û 611 hezar û 134 kesan doza 2yem, 3 milyon û 414 hezar û 676 kesan doza sêyem, li ser hev 60 milyon û 471 hezar û 752 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)