Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karî û Ewlehiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya derbarê mirina karkeran a di dema karî de aşkere kiriye.
Meclîsê rapora xwe îsal diyarî Tahîr Çetîn û Alî Faîk Înterî kiriye ku piştî li Enqereyê ji bo mafên xwe çalakî li dar xistine li ser rêya vegerê di encama qezaya trafîkê de can dabûn.
Li gorî raporê di meha Hezîranê de herî hindik 173 karker di dema karkirinê de mirine. Di şeş mehên destpêkê yên salê de herî hindik hezar û 155 karker mirine.
Li gorî mehan hejmara karkerên mirine
- Di meha Kanûna Paşiyê de herî hindik 203 karker,
- Di meha Sibatê de herî hindik 141 karker,
- Di meha Adarê de herî hindik 144 karker,
- Di meha Nîsanê de herî hindik 252 karker,
- Di meha Gulanê de herî hindik 232 karker
Penaber/penaxwaz jî hene
Di meha Hezîranê de ji 173 kedkaran, 137 jê karker û karmend, 36 jî esnaf û cotkar bûn.
9 jê jin, 164 mêr bûn. Jinên can dane bêhtir karê cotkarî, bazirganî, perwerde, ofîs û tenduristiyê dikirin.
Heft ji karkerên mirine penaber/penaxwaz bûn ku 5 ji wan sûriyeyî, 2 jî afganî bûn.
6 ji wan zarok bûn
Di meha Hezîranê de 6 zarok di dema karkirinê de mirine. Mûstafa Îletmîşê 14 salî û Mehmet Alî Kirciliyê 12 salî li Osmaniyeyê şivantî dikirin, ji bo xwe hênik bikin ketine avê û di avê de fetisîne. Salîh Guneşê 15 salî li Eskîşehîrê karkerê demsalî bû, brûskê lê xistiye û miriye. Maher Fovaz El Xelefê sûriyeyî li Rihayê şivantî dikir, dema xwestiye destê xwe bişo, ketiye robarê, Gulhan Çizikê 17 salî li Denîzliyê karkerê demsalî bû, li ser rêya erdî wesayitê li motorsîkleta wan xistiye, Berzan Ozgunê 17 salî li Mêrdînê ji înşeata avahiyê ketiye û miriye.
Temenê 54 kedkaran jî 51 û berjortir bûye.
Li gorî temenê wan hejmara karkerên mirine
- Temenê 2 karkeran 14 û berjêrtir,
- Temenê 4 karkeran di navbera 15-17an de,
- Temenê 14 karkeran di navbera 18-27an de,
- Temenê 93 karkeran di navbera 28-50yî de
- Temenê 40 karkeran di navbera 51-64an de,
- Temenê 14 karkeran 64 û berjortir e,
- Temenê 6 karkeran jî nehatiye zanîn.
Sedema mirinan
Herî zêde karker ji ber ketina ji cihên bilind, ji ber herifînê, qezayên trafîkê/serwîsan, Covid-19ê, sekna dilî, xwekuştin, tundkarî, jehrîbûn/fetisîn û elektrîkê mirine.
Bajarên ku karker lê mirine
14 karker li Stenbolê; 11 karker li Dîlokê; 8 karker li Antalyayê; her yek 6 karker li Enqere û Samsûnê; her yek 5 karker li Edene, Bûrsa, Îzmîr, Kocaelî û Manîsayê; her yek 4 karker li Mereş, Konya, Mûgla û Zongûldakê; her yek 3 karker li Balikesîr, Bûrdûr, Çorûm, Denîzlî, Eskîşehîr, Hatay,Qers, Kayserî, Sêwas, Tekirdag û Wanê; her yek 2 karker li Semsûr, Aydin, Bilecik, Çanakkale, Amed, Duzce, Erzerom, Gumuşhane, Isparta, Kastamonu, Kutahya, Osmaniye, Riha, Trabzon û Yalovayê; her yek karker li Afyon, Amasya, Artvin, Êlih, Bolû, Çankiri, Edirne, Elezîz, Erzîngan, Karaman, Kırklareli, Mêrdîn, Nevşehir, Ordu, Rize, Sakarya, Sêrt, Tokat, Uşak, Almanya, Avustralya, Bahreyn, Qazakistan û Ûkaryanyê mirine.
Karkerên ku mirine
Erdoğan Dede, Abuzer Parlak, Özkan Cinkavuk, Hasan Demir, Sadık Kültür, Doğan Zincirkıran, Akif B., Şahin Kanlıoğlu, Köksal Şahin, Mansur Hösük, Turgay Arslan, Ökkeş Can, Mehmet Akif Kahraman, Erdem Sarıyer, Mukadder Can, Adem Yargı, Musa El Ahmed, Erdal Karakaş, Hasan Gökaslan, Tülay Keseli, Deniz Poyraz, Bircan Doğan, Süleyman Amaç, Ercan Şahin, Mehmet Emin Bedir, Nejdet Kılıç, Metin Avunca, Yıldıray Özyurt, Orhan Şafak Sezgin, Selami Tanrıverdi, Muammer Şahin, Nesih Cengiz, K.A., Doğan Dereli, Sergen Göç, Yasin Akgün, Gürcan Barıç, Cengiz Kara, Gökhan Seviçin, Zakir D., Ali Yıldırım, Yaşar Özyurt, Nedim Yurtdaş, Yunus Emre Koçdemir, Selahattin Akçan, Musa Kukul, Fazle Ahmad Hoseiny, Kubilay Çevik, Mehmet Yatmaz, Salih Gültekin, Furkan Süngü, Cüneyt Ölmez, Mustafa Çelik, Yasef Çalışkan, Osman Duman, Mustafa Emino, Osman Altuntaş, Mehmet Kapukaya, Özgür Aydaş, Kadir Kaya, Berzan Özgün, Mustafa Tınış, Şaban Tınış, Nejdet Emre, Bayram Süryani, Adem Çakal, Ahmet Bolat, Ahmet Köse, Mahmut Elkurdi, Remzi Süslü, Abdullah Şahin, Kadir Baran, İbrahim Altan, Abdullah Topal, Durmuş Batı, Yunus Hülako, Mehmet Çoban, Cuma Ali Kısacık, Ahmet Ayduvan, Mehmet Bütün, Murat Çatır, Serkan Eryılmaz, Ramazan Yaprak, Resul Yılmaz, Talat Kaya, İbrahim Zengin, Ali Kılcı, Ömer Basmacı, Şerif Korkmaz, Zeki Tokgöz, Fazlı Yoğun, Ramazan Baş, Seyfettin Boğurcu, Adnan Akbulut, İshak Toğluk, Arif Yıldırımer, Mustafa Yeşildağ, Sedat Başöz, İ.B., Hazret Eren, Mehmet Esirikli, Yaşar Balcı, Mehmet Karabaş, İzzet Büyük, M.K., Hüseyin Baş, Mahir Aslan, Can Evren, Yılmaz İlaslan, Sinan Öztürk, Savaş Hamurçili, F.Ö., Metin Öztürk, Teymur Bakal, İlyas Kök, Erdal Akkuş, Zülfü Fulkil, Hakan Acat, Bahadır Dinç, Egemen Öztürk, Soner Terlemez, Birol Yıldırım, Nihat Çelik, Mustafa Cücük, Mustafa Karakuzu, Ali Erden, Bahattin Dinçer, Yılmaz Sekecek, Yunus Emre İnan, Hami Mete, Döndü Bozdoğan, Murat Bahar, Ramazan Genç, Rahimi Ziaddin, Mustafa İletmiş, Mehmet Ali Kırcılı, Ümmet Kocabaş, Ergün Ayanoğlu, Halil Tunç, Görkem Hasdemir, Ahmet Uca, Gülsüm Uca, Hami Aydın, Hatice Sarıal, Hüseyin Akdeniz, Yusuf Keskin, Mehmet Buldu, Durmuş Öksüz, Halil İbrahim Karaman, Erdoğan Özen, Burhan Ataman, Salih Bayraktar, Adnan Abdullah, Mustafa Alkan, Salih Güneş, Enver Uysal, Maher Fovaz El Halaf, Cemal Aydoğan, Ruhi K., Murat Sümbül, Ahmet Yıldırım, Gülhan Çizik, Adem Bakırcı, İsmail Kerimi, İsmail Atalay, Cennet Bilek, Ahmet İri, Mehmet Kaya, Ümmühan Ataş, Birkan Akansel, Mustafa Budak, Ercan Akkoyun û karkerekî ku navê wî nehatiye zanîn... (HA/FD)