Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 227 hezar û 273 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 404 kesan pozîtîf derketiye, 49 kes pê mirine û 5 hezar û 506 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 12ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 855 hezar û 308 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 37 milyon û 960 hezar û 880 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 17 milyon û 543 hezar û 398 kesan doza 2yem, 3 milyon û 89 hezar û 859 kesan doza sêyem, li ser hev 58 milyon û 594 hezar û 137 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)