Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 224 hezar û 68 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 261 kesan pozîtîf derketiye, 37 kes pê mirine û 5 hezar û 242 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 11ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 331 hezar û 801 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 37 milyon û 698 hezar û 483 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 17 milyon û 152 hezar û 942 kesan doza 2yem, 2 milyon û 887 hezar û 404 kesan doza sêyem, li ser hev 57 milyon û 738 hezar û 829 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(RT/AY)