Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Prof. Dr. Gulay Korûklûoglû, beşdarî bernameya bi navê “Nûkirina Covid-10ê: Derzî, Mutasyon û Varyanta Deltayê” bûye ku Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Sakaryayê li dar xistiye.
Korûklûoglû di vê bernameya online de bi ser navê “Xebatên Sars-Cov-2 Varyant Surveyan a li Welatê me” axiviye.
Korûkoglûyê diyar kiriye ku ew ê nikaribe jimareyên teqez derbarê nexweşiyên varyanta deltayê aşkere bike. Korûkoglûyê her weha gotiye ku varyanta deltayê ji vîrusa orijîn ji sedî 60 û ji varyanta Îngilistanê jî ji sedî 50 bêhtir belav dibe.
Prof. Dr. Gulay Korûklûoglûyê di dewama axavtinê de gotiye ku “Ez bawer dikim ku di nava meha tebaxê de nexweşiya Covid-19ê ji sedî 80ê wê ji ber varyanta deltayê be” û divê li gel derzîbûnê li qaqijiyê baldar bin.
Endama Lijneya Zanyaran bal kişandiye ser Îsraîlê û gotiye, yek ji wan welatan bû ku derzîlêdan herî baş pêk hatibû lê ji ber dest ji bikaranîna maskeyan berdan varyanta deltayê belav bûye.
Li Tirkiyeyê 224 kes ji ber varyanta deltayê nexweş in
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê di 29ê Hezîranê de gotibû ku li Tirkiyeyê li 26 bajaran 224 kes bi varyanta deltayê ketine û 134 ji wan li Stenblê ne.
Kocayî di 6ê Tîrmehê de jî diyar kiribû ku li 3 bajaran 3 kes bi varyanta delta plusê ketine û yek jê li Stenbolê ye. Kocayî bajarên din ên nexweş lê ne aşkere nekiribû.
Varyanta Deltayê
Vîrusê piştî mutasyon derbas kir, newxeşiya ku derket holê weke varyanta Deltayê binav kirin û cara pêşiyê di meha Çiriya Pêşiyê de li Hindistanê hatibû dîtin.
Navê wê yê zanistî B.1.617.2 ye û zanyarên Ingiliztanê gotibûn, di mehên zivistanê de varyanta Alphayê li Ingiliztanê bûbû sedema nexweşî gelekî zêde bibe û varyanta Deltayê ji Alphayê zûtir belav dibe.
Dr. Soumya Swaminathan, Serokê Beşa Zanistê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî diyar kiribû ku varyanta Deltayê nêzîkî 2 qatan ji ya orîjînal bêhtir derbas dibe.
Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Ewropayê di encama lêkolînan de aşkere kiribû ku kesên carekê tenê derzî li xwe dane her du varyant dibe bandorê li wan bike lê yek du caran li xwe dane, bêhtir wê werin parastin. (TP/FD)