Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 225 hezar û 253 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 160 kesan pozîtîf derketiye, 52 kes pê mirine û 4 hezar û 636 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 7ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 808 hezar û 351 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 36 milyon û 879 hezar û 365 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 16 milyon û 209 hezar û 662 kesan doza 2yem, 2 milyon û 260 hezar û 351 kesan doza sêyem, li ser hev 55 milyon û 349 hezar û 378 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)