Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 219 hezar û 737 kesan hatine kirin û di encamê de testa 4 hezar û 678 kesan pozîtîf derketiye, 35 kes pê mirine û 4 hezar û 735 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 5ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de milyon û 38 hezar û 777 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 36 milyon û 251 hezar û 519 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 15 milyon û 858 hezar û 588 kesan doza 2yem, milyona û 549 hezar û 165 kesan doza sêyem, li ser hev 53 milyon û 659 hezar û 272 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê 3 milyar doz derzî hatine kirin
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta niha li tevahiya Cîhanê 3 milyar û 160 milyon doz derzî hatine kirin.
(KO/AY)