Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 1ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 943 hezar û 30 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 35 milyon û 112 hezar û 828 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 15 milyon û 229 hezar û 54 kesan doza 2yem, li ser hev 50 milyon û 655 hezar û 340 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê nêzîkî 3 milyar doz derzî hatine kirin
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta niha li tevahiya Cîhanê 2 milyar û 950 milyon û 104 hezar û 812 doz derzî hatine kirin.
(KO/AY)