Fotograf: Odeya Bazirganiyê ya Amedê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koordînasyona Pandemiyê ya Civaka Sivîl a Amedê derbarê derzîkirina Covid-19ê de civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Civîn li ber Mizgefta Ûlûyê pêk hatiye ku Dr. Elîf Tûran, Seroka Doktoran a Amedê li ser navê saziyan daxuyaniya hatiye amadekirin, xwendiye.
Tûranê gotiye ku “Di şewba Covid-19ê de derzîkirina gelek kesan ji bo parastina gelemperî û pêneketinê gelekî girîng e.”
“Rêjeya kesên ji ber derziyê dudil in zêde ye”
Tûranê diyarkiriye ku “Li Amed û bajarên li derdorê rêjeya derzîkirinê li gorî tevahiya welêt gelekî kêm e.
“Divê bilindbûna rêjeya kesên ji ber derziyê dudil in li herêma me neyê înkarkirin, divê ji bo vê dudiliyê ji holê rakin, lezê bidin xebatan.
“Ji bo pêvajo zelal were birêvebirin, divê rêxistinên pîşeyî û kedê jî bikaribin beşdarî pêvajoya dana biryaran bibin, ji bo bêbaweriya li dijî derzîbûnê ya li nava civakê ji holê rabe ev ê bibe xebateke gelekî girîng.”
“Varyantên nû derdikevin holê”
“Dema belavbûna nexweşiyê kêm nabe, varyantên nû derdikevin holê. Varyantên nû yên li hin welatan derdikevin bi tenê bi derzîlêdana bibandor dikare were astengkirin. Bi bilindkirina rêjeya derzîkirinê em dikarin civaka xwe biparêzin.”
Kîjan sazî di nava koordînasyonê de ne?
Odeya Bazirganî û Pîşekariyê ya Amedê, Odeya Doktoran a Amedê, Borseya Bazirganiyê ya Amedê, Lijneya Koordînasyona Amedê ya TMMOBê, Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşekaran a Amedê, Baroya Amedê, Komeleya Karmend û Pîşesazan a Amedê, Odeya Mihasib û Şêwirmendên Darayî ya Amedê, Komeleya Karsazan û Pîşesaziya Tekstîlê ya Rojhilatê Başûr, Platforma Şaxên KESKê ya Amedê, Odeya Diransazan a Amedê, Nûnertiya DISKê ya Amedê, Komeleya Karsazên Peyaner û Pîşekar a Rojhilata Navîn, Şaxê MUSIADê yê Amedê, Komeleya Karmendên Pîşesaziya Rêxistinkirî ya Amedê, Meclîsa Jinan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Şaxê TUMSIADê ya Amedê, Serokatiya Herêma Rojhilatê Başûr a TURSABê, Lijneya Peyanerên Ciwan a TOBBê, Lijneya Peyanerên Jin a TOBBê, Komeleya Karmendên Ciwan a Rojhilatê Başûr, Komeleya Karmendên Jin a Peyaner a Amedê. (RT/FD)