Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 24ê Hezîranê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 817 hezar û 934 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 30 milyon û 658 hezar û 253 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 14 milyon û 710 hezar û 55 kesan doza 2yem, li ser hev 45 milyon û 368 hezar û 308 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê 2 milyar û 624 milyon doz derzî hatine kirin
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta niha li tevahiya Cîhanê 2 milyar û 624 milyon û 733 hezar û 776 doz derzî hatine kirin.
(KÖ/AY)