Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) piştî civîna Desteya Wezîran civîneke çapemeniyê li dar xist.
Erdoganî diyar kir ku wan tedbîrên ji bo Covid-19ê hatine wergirtin jî di civînê de nîqaş kirine û biryarên nû dane. Erdoganî wiha got: “Ji 1ê Tîrmehê û pê ve em ê biryara qedexeya derketina derve bi temamî rakin. Sînorkirina derbarê muzîkê de wê ji saet 24.00ê destpê bike. Bila li me biborin bi şev mafê kesî nîne kesên din aciz bikin.”
Erdoganî her weha diyar kir ku wê li saziyên dewletê saetên karkirinê bibin weke dema asayî û sînordarkirinên ji bo geştên di navbera bajaran û nava bajaran de jî wê bidawî bibin.
Recep Tayyîp Erdoganî di civînê de behsa derzîkirinê jî kir û got, “Gelekî girîng e ku her kesên dora wan hat biçin derziyê li xwe bixin” û ew hedef dikin ku di nava çend hefteyan de mafê derzîlêdanê bidin hemû kesên temenê wan ji 18î berjortir e.
Detayên derbarê biryarên ku hatine dayîn, wê Wezareta Karûbarên Navxweyî paşê aşkere bike. (KÖ/FD)