Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 213 hezar û 297 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 91 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 409 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 63 kes bi nexweşiyê mirine. 4 hezar û 219 nexweş baş bûne û rewşa 813 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 370 hezar û 299e.
Her weha 49 hezar û 185 kes mirine. 5 mîlyon û 232 hezar û 638 kes jî baş bûne.
(RT/AY)