Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 225 hezar û 64 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 904 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 509 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 62 kes bi nexweşiyê mirine. 4 hezar û 143 nexweş baş bûne û rewşa 860 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 354 hezar û 153e.
Her weha 49 hezar û 12 kes mirine. 5 mîlyon û 219 hezar û 797 kes jî baş bûne.
(AS/AY)