Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 10ê Hezîranê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 457 hezar û 454 doz derzî li mirovan hatine xistin. Wezîr koca gotibû di meha Hezîranê de 30 mîlyon doz derziya BioNTechê wê li mirovan were xistin. Her weha di 10 rojên dawî de 2 mîlyon û 957 hezar û 455 doz derzî hatine kirin.
Heta 10ê Hezîranê li Tirkiyeyê 18 milyon û 727 hezar û 608 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 485 hezar û 511 kesan doza 2yem, li ser hev 32 milyon û 213 hezar û 119 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê 2 milyar doz derzî hatine kirin
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta niha li tevahiya Cîhanê 2 milyar û 154 milyon û 75 hezar û 98 doz derzî hatine kirin.
(KÖ/AY)