Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 223 hezar û 320 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 408 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 563 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 96 kes bi nexweşiyê mirine. 6 hezar û 408 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 9 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 313 hezar û 98e.
Her weha 48 hezar û 524 kes mirine. 5 mîlyon û 186 hezar û 728 kes jî baş bûne. (KO/AY)