Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 224 hezar û 193 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 454 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 558 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 87 kes bi nexweşiyê mirine. 6 hezar û 647 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 18 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 306 hezar û 690e.
Her weha 48 hezar û 428 kes mirine. 5 mîlyon û 179 hezar û 833 kes jî baş bûne. (KO/AY)