Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 7ê Hezîranê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 358 hezar û 308 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 17 milyon û 847 hezar û 112 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 205 hezar û 812 kesan doza 2yem, li ser hev 31 milyon û 52 hezar û 924 doz derzî hatine kirin
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
Li Cîhanê milyar û 900 milyon doz derzî kirine
Li gorî daneyên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî weşandiye, heta niha li tevahiya Cîhanê milyar û 900 milyon û 955 hezar û 505 doz derzî hatine kirin.
(KÖ/AY)