Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 218 hezar û 164 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 647 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 495 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 91 kes bi nexweşiyê mirine. 6 hezar û 576 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 60 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 293 hezar û 627e.
Her weha 48 hezar û 255 kes mirine. 5 mîlyon û 167 hezar û 350 kes jî baş bûne. (KO/AY)