Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mehmet Emîn Ozkanê 83 salî ji ber sûcekî ku nekiriye bi cezayê miebeta girankirî hatiye cezakirin û 25 sal in girtî ye. Tekane delîla ku kirine sedema girtina wî gotinên du îtîrafkaran e. Digel ku her du îtîrafkaran paşê îfadeyên xwe gherandine Ozkan dîsa jî azad nebûye.
Ne tenê parêzer û malbata Ozkanî dibêjin ew bêsûc e.
Dozgerî û dadgeh jî dibêjin ku Ozkan ne failê kuştina Bahtiyar Aydinî ye. Îdîanameyên dozgeran û biryarên dadgehan jî ev tişt qebûl kirine. Lê Ozkan ji ber vî sûcê pesendkirî yê ne failê wê yê 8 sal in jinû ve tê dadgehkirin û nayê tehliyekirin.
Herî dawî vîdeoyek hate weşandin ku tê Mehmet Emîn Ozkan hebû û leşkeran ew dibirin nexweşxaneyê. Di vê vîdeoyê de jî hate dîtin ku Ozkan nikare bimeşe û nexweşê giran e. Digel vê rewşê kelemçeya destê wî dernexistine û Saziya Tipa Edlî gotiye ku “ew dikare li girtîgehê bimîne.”
Piştî vê vîdeoyê li ser medyaya civakî bi gotina “sibe wê dereng be” kampanyayek hate destpêkirin û beşdaran xwest ku Ozkan tehliye bibe.
Serdar Çelebî, parêzerê Ozkanî ji me re behsa wê bêhiqûqiyê kir ku li Ozkanî dikin.
Îdîaname: Ti delîl nîne ku Ozkan beşdar bûye
Parêzer Çelebî pirsa me ya ku digot “Gelo Ozkanê niha girtî ye û ceza lê nehatiye birîn çima tehliye nakin?” wiha bersivand:
“Doz ev 8 sal in didome, danişîna bê wê Îlonê pêk were. Lê dadgehê xwest ku li bendî encama doza qetlîama Liceyê bin. Li wir leşker bersûc in û ti têkiliya wan bi hev nîne. Ew dosya niha li ber destê Dadgeha Bilind e.”
Ew dosyeya Çelebiyî behsa wê kir, doza ku failên qetlîama Liceyê tê de tên dadgehkirin e.
Mehmet Emîn Ozkan bi tohmeta ku di dema qetlîama Liceyê de tiliya wî di kuştina Bahtiyar Aydin, Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan de heye girtî ye. Lê piştî 20 salan ji qetlîamê dozgeriyê gotiye ku albayê teqawidbûyî Eşref Hatîpoglû, Fermandarê Alaya Cendermeyan ê Amedê persiyarê qetlîamê ye.
Li Liceyê, navçeya Amedê di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yan de 14 sivîl û Bahtiyar Aydin li gel leşkerekî miribûn. Doza Lîceyê di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2018an de bi biryara beraetê ya ji bo Eşref Hatîpoglûyî qediyabû.
Dadgehê gotibû ku berpirsiyar ne Hatîpoglû ye û bersiv nedabû wê pirsê ku bê ka kê 16 kes kuştine.
Di îdianameya vê dozê de hatibû gotin, berpirsiyar ne weke ku wê demê gotibûn, leşker in lê ne rêxistine.
Di îdianameyê de hatibû diyarkirin ku “derbarê beşdarbûna Mehmet Emîn Ozkanî ya vê çalakiyê de ti zanyarî nînin.”
Mehmet Emîn Ozkan 8 sal berê careke din di vê dosyayê de hate dadgehkirin ku berê ceza jê xwaribû. Lê ne hate tehliyekirin ne jî delîlên nû yên hatin nirxandin.
Ji bo tehliyeyê careke din serî lê dane
Tenduristiya Mehmet Emîn Ozkanî di nava van salan de xirabtir bûye.
Çelebiyî got ku rewşa wî ya tenduristiyê xirabtir bûye û wan serî li Saziya Tiba Edlî daye lê saziyê gotiye “ew dikare li girtîgehê bimîne.”
Parêzeran ji ber rewşa wî ya dawiyê careke din ji bo pêkanîna cezayê wî were sekinandin, serî li dadgehê dane. Li benda bersiva vê serlêdanê ne.
Alîkarî nebe nikare bimeşe
Rapora astengdariyê ya Mehmet Emîn Ozkanî keye ku rêjeya wê ji sedî 87 e. Her weha tansiyonê wî bilind e. Ji ber ku demeke dirêj di hicreyê de maye guhê wî baş nabihîzin, rêviyên wî baş kar nakin û nikare bi rehetî bêhnê bide û bistîne. Tiştan jibîr dike û hin nexweşiyên wî yên din ên kronîk hene. Ji ber van nexweşiyan nikare bi tena serê xwe bimîne û pêdiviyên xwe bicih bîne, alîkarî nebe nikare bimeşe û li ser lingan bimîne.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) 604 jê giran hezar û605 girtiyên nexweş li girtîgehan tên girtin. (AS/FD)