Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 220 hezar û 162 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 112 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 602 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 129 kes bi nexweşiyê mirine. 9 hezar û 457 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 241 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 256 hezar û 516e.
Her weha 47 hezar û 656 kes mirine. 5 mîlyon û 124 hezar û 81 kes jî baş bûne. (KO/AY)