Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 219 hezar û 461 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 493 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 596 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 122 kes bi nexweşiyê mirine. 9 hezar û 582 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 339 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 249 hezar û 404e.
Her weha 47 hezar û 527 kes mirine. 5 mîlyon û 114 hezar û 624 kes jî baş bûne. (EMK/AY)