Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî /îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 219 hezar û 465 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 426 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 673 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 183 kes bi nexweşiyê mirine. 13 hezar û 102 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 504 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 220 hezar û 549e.
Her weha 46 hezar û 970 kes mirine. 5 mîlyon û 70 hezar û 815 kes jî baş bûne. (DŞ/AY)