Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Biroya Hiqûqê ya Gelî (HHB) derbarê rewşa Ali Osman Kose, girtiyê bi pençeşêrê de daxuyaniyek weşandiye. HHByê gotiye ku hîna Kose emeliyat nekirine û ew dixwaze li derve were dermankirin lê daxwaza wî qebûl nebûye.
Ji bo Kose li derve were dermankirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane. Di gurçika wî de pençeşêr heye û tansiyonê wî bilind dibe. Her weha nexweşiya dilî bi Koseyî re heye.
“Bi dîwarî negire nikare bimeşe”
HHByê di daxuyaniya xwe de gotiye ku 37 sal in Kose girtî ye û ji havîna 2020an û vir ve tenduristiya wî nebaş bûye ku bandorê li jiyana wî dike.
Li gorî heman daxuyaniyê, “Kose di Tîrmeha 2020an de ji bo daxwaza parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsalî pêk were xwest 30 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk bîne lê rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû.
“Ji ber cezayê muebeta girankirî lê birîne piştî demeke dirêj di ser re borî, ew birine nexweşxaneyê. Paşê dema bi parêzerên xwe re hevdîtin kir got ku 7 rojên pêşiyê yên greva birçîbûnê tê hişê wî, ji ber wê jî wî şekir û xweyî nexwariye, dibe ku di rojên din de av jî venexwaribe.
“Demekê li nexweşxaneyê tê dermankirin. Piştî wê hin tişt nema hatin bîra wî, weke dema xwarina dermanan û hin bûyerên di demên nêz de pêk hatine. Her weha ji ber rewşa tenduristiyê nema dikare bimeşe. Bêyî ku bi diwarî bigire, nikare bi rê ve biçe.”
65 salî ye û 37 sal in girtî ye
Ali Osman Koseyê 65 salî ye li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Tekîrdagê tê girtin. 37 sal in girtî ye.
Hasan Basrî Yildiz, kesê ku diçe wî di girtîgehê de dibîne derbarê wî de ev agahî dane:
“Ali Osman Kose, beriya 12ê Îlonê, di dema 12 Îlonê de, di çalakiya rojiya mirinê ya 84an de, di ya 96an de, di dema qetlîama 19ê Kanûna Pêşiyê de gelek îşkence dîtiye. 27 salê wê bênavber li ser hev 37 sal in di girtîgehê de ye. Niha bi zehmetî paqijiya xwe, ya hicreya xwe dike, nikare xwarina xwe hilgire û karên rojane bike.”
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) 604 jê giran, li ser hev herî hindik hezar û 605 girtiyên nexweş hene. (AS/FD)