Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 219 hezar û 192 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 385 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 856 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 207 kes bi nexweşiyê mirine. 9 hezar û 271 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 41 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 160 hezar û 423e.
Her weha 45 hezar û 626 kes mirine. 4 mîlyon û 989 hezar û 787 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)