Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Hindekariya Bilind (YOK) ji bo perwerdeya rûbirû li zanîngehan destpê bike ji Wezareta Tenduristiyê re nivîsek şandiye. YOKê di nivîsa xwe de gotiye ku bila heta meha îlonê derziya Covid-19ê li xwendekar û karmendên akademîk û îdarî bixin.
YOKê di nivîsê de wiha gotiye:
“Ji bo xebatên perwerdeya formel ên rûbirû li saziyên me yên hindekariya bilind di serdema 2021-2022yan de bikaribe destpê bikin û bêpirsgirêk werin meşandin divê karmendên me yên akademîk û îdarî ên saziyên hindikariya bilind û xwendekarên me yên perwerdeya formal dibînin bixin nav programa derzîkîrinê ya pêşdatir. Heke na, di serî de ya tenduristiyê ew kesên ji beşên perwerdeya pratîkî wê der biçin, ihtimaleke mezin e ku encamên xerab derxin holê û çareserkirina wan encaman ne pêkan be.” (RT/FD)