Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 228 hezar û 192 kesan hatine kirin û di encamê de testa 13 hezar û 29 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 496 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 232 kes bi nexweşiyê mirine. 35 hezar û 167 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 827 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 72 hezar û 462e.
Her weha 43 hezar û 821 kes mirine. 4 mîlyon û 801 hezar û 291 kes jî baş bûne.
(NÖ/AY)