Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinên mafparêz û pîşeyî ji bo girtî bikaribin alavên paqijiyê bêpere bidest bixin, kampanyeya “kîta paqijyê” daye destpêkirin.
Rêxistinan diyar kiriye ku di dema pandemiyê de ev pêwîstî bêhtir berbiçav bûye û girtî neçar dimînin bi xwe bikirin û av di serî de divê rêveberiya girtîgehan hemû alavên paqijiyê ji bo wan dabîn bikin.
Girtî ji bilî ped, pênûs, qedeh, şampûan, sabûn, binkiras, alavên paqijiyê û xwarinê, dikarin xurekên din ji kantîna girtîgehê bi pereyan bikirin. Her weha heqê elektrîka ku bikartînin jî didin. Ji bo nameyên dişînin jî pereyan didin PTTyê. Ew pereyên ku malbat û xizmên wan ji wan re dişînin jî, dixin hesabên wan ên bankê û li şûna pereyan karta hesabî didin wan.
Eylem Yucela ku ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê nameyek ji bianetê re nivîsandibû, gotibû, qedexe ku girtiyek bi pereyên xwe ji girtiyeke din re tiştekî bikire. Ew girtiyên pereyên wan nînin, nikarin nameyan jî bişînin.
Gulustan Kiliç Koçyigit, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê, li Parlamentoyê behsa vê nûçeya bianetê kiribû.
Rêxistinan daxwaz kirine ku “Bila rêveberiya girtîgehê her meh 160 gram sabûna serşuştinê, hezar û 200 ml sabûna destan a ron, 200 ml şampûan, 20 heb peda hîjyenîk, 100 ml sabûn/kefa rûkurkirinê, 2 gûzan û 270 gram macûna cilşuştinê, ji bo paqijiya diran û devî 33 ml macûna diranan û salê çar hep firçeya diranan, li gorî cihê ku lê dimîne 90 gram ava cilşiştunê û ji bo paqijiya erdê jî 450 gram madeya paqijiyê, ji bo her zarokên ku bi dêyên xwe re dimînin 180 heb paçikên zarokan bêpere bidin girtiyan. Tiştên ji vê zêdetir girtî bi xwe dikarin bi pereyên xwe ji kantînên girtîgehan bikirin.”
Saziyên ku kampanya dane destpêkirin: Yekîtiya Doktorên Tirk, Odeya Doktoran a Stenbolê, Odeya Doktoran a Amedê, Odeya Doktoran a Enqereyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî, Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetguzariya Civakî, Şaxên li Stenbolê yên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetguzariya Civakî, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê, Odeya Diransazan a Stenbolê, Komeleya Mafên Mirovan, Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan, Înîsiyatîfa Mafan, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Komeleya Sîstema Înfaza Cezayan a di Civaka Sivîl.
Saziyên piştgirî dane: Komeleya Uçan Supurgeyê, Navenda Giştî ya Komeleya Kêmendaman a Tirkiyeyê, Komeleya Lêkolîn û Mafên Civakî, Komeleya Psîkologên ji bo Piştgiriya Civakî, Şugamekanlar, Komeleya Piştgiriyê ya Pembe Hayat LGBTI+yan, Komeleya Heft Renk a Mersin lgbt, LISTAG (Komeleya Malbat û Xizmên LGBTI+yan), Lambdaistanbul Komeleya Piştgiriyê ya Lgbti+yan, Înîsiyatîfa LGBTI+yan a Kocaeliyê, KAZETE, Komeleya Piştgiriya Jinan a Behra Reş, KAOS GL, Weqfa Piştgiriya bi Jinan re, Enstîtuya Feminîstan a Stenbolê, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Hêvî LGBTI+, Komeleya Pisporên Tenduristiya Gelî, Hatiye Dîtin, Komeleya LGBTI+yên Ciwan, Enstîtuya Hizra Ciwan, Filmmor, Komeleya Çavdêriyê ya ji bo Mafên Wekhev.
(AS/FD)