Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 197 hezar û 468 kesan hatine kirin û di encamê de testa 15 hezar û 191 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 102 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 283 kes bi nexweşiyê mirine. 25 hezar û 694 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 81 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 31 hezar û 332e.
Her weha 43 hezar û 29 kes mirine. 4 mîlyon û 716 hezar û 918 kes jî baş bûne.
(RT/AY)