Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 243 hezar û 648 kesan hatine kirin û di encamê de testa 24 hezar û 733 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 501 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 347 kes bi nexweşiyê mirine. 35 hezar û 438 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 438 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 900 hezar û 121e.
Her weha 41 hezar û 191 kes mirine. 4 mîlyon û 515 hezar û 819 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)