Dadgeha Destûrî: “Bila lêpirsîna tundkariya polîsan a li Geziyê were kirin”
![Dadgeha Destûrî: “Bila lêpirsîna tundkariya polîsan a li Geziyê were kirin”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/243/267/original/gezi.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn bi yekdengî biryara xwe ya derbarê serlêdana Erdal Sarikayayî de daye. Dadgehê gotiye ku ji ber ku destûra lêpirsîna polîsan nehatiye dayîn, qedexeya eziyetê hatiye binpêkirin.
Dadgehê sedema biryarê îro aşkere kiriye û tê de gotiye ku li gorî Xala 17/3yê ya Dadgeha Bingehîn binpê kirine û ji bo encamên binpêkirina qedexeya eziyetê ji holê rabe û lêpirsîn li polîsan vebe, dosyayê bişînin Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê.
Sarikayayê ku li Stenbolê di şîrketeke cilûbergan de weke xebatkarê ewlehiyê kar dikir, gotiye di 11ê Hezîrana 2013ê de dema çalakî berdewam bûn, ji bo birayê xwe bîne çûye Qada Taksîmê. Di vê esnayê de polîsan ji çavê wê ew birîndar kiribûn. Heman rojê rapora tenduristiyê wergirtibû û giliyê polîsan li bal dozgeriyê kiribû. Lê dozgeriyê destûra lêpirsînê nedabû. Sarikayayî jî serî li Dadgeha Destûrî dabû.
Dadgehê di 17ê Adara 2021ê de biryara xwe dabû û îro jî sedema biryarê Rojnameya Fermî de weşandiye.
Di vê biryarê de Dadgehê gotiye, ti delîl nînin ku Erdal Sarikaya tundkarî kiriye û ti lêpirsîn jî ji bo wî nehatiye kirin. (AS/FD)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)