Fotograf: IHDya Stenbolê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenboê yê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) rapora xwe ya sê mehan a Derbarê Binpêkirina Mafan li Girtîgehên Herêma Marmarayê de aşkere kiriye.
Rapor di encama wan serêdanan de amade kirine ku derbarê binpêkirinên mafan ên di mehên Kanûna Paşiyê, Sibat û Adara 2021ê de pêk hatine. Her weha nûçeyên ku derbarê bûyerên li girtîgehan de hatine weşandin jî ji bo raporê bûne çavkanî.
Di 3 mehan de hezar û 233 caran maf binpê kirine
Di sê mehan de ji 21 girtîgehan 78 caran serî li Komeleyê dane ku ew jî ev in: Girtîgehên Kampusa Sîlîvriyê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmar 1 û Hejmar 2yê ya Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kandirayê, Girtîgeha Hejmar 2yê ya Metrîsê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmar 2yê ya Alîagaya Îzmîrê, Girtîgeha Janan a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Hejmar 1yê ya Bandirmaya Balikesîrê, Girtîgeha Tîpa Lyê ya Çorûmê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Akhîsara Manîsayê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Ewlehiya Bilind a Elezîzê, Girtîgeha Jinan a Şakranê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Erzîncanê, Girtîgeha Tîpa Tyê ya Denîzliyhe, Girtîgeha Tîpa Eyê ya Antalyayê, Girtîgeha Tîpa Fyê ya Bolûyê, GirtîgehaTîpa Lyê ya Hejmar 2yê ya Maltepeyê, Girtîgeha Îmraliyê, Girtîgeha Yewnanistan û Girtîgeha Navendî ya Qeterê.
7 ji wan jin, 71 mêr 78 kesan serî li Komeleyê dane. Her weha 8 jê girtiyên ji ber sûcên siyasî yên din jî girtiyên siyasî bûne. Di encama kontrolkirina çapemeniyê de 83 bûyerên binpêkirinê dîtine.
Li gorî raporê di sê mehan de li ser hev hezar û 233 bûyerên binpêkirinê pêk hatine.
Binpêkirinên ji ber Covid-19ê pêk hatine
Di rapora ku ji 55 rûpelan pêk dihat de bûyerên binpêkirinê wiha rêz kirine:
- Êrîşên fizîkî yên li girtiyan, gefxwarin, derblêdan, lêgerîna tazî, îşkence û pêkanînên xerab yên bi rêya serdegirtinan û lêgerînan hicreyan, binpêkirinên derbarê mafê tenduristiyê û dermankirinê de, qedexe û pêkanînên kêfî dewam kirine.
- Bi behaneya Covid-19ê li girtîgehan hemû mafên civakî hatine rakirin hu tecrîd û îzolasyon kûrtir bûye.
- Ji ber tedbîr baş nehatine standin nexweşî belav bûye û ji ber girtiyên bi Covid-19ê ketine û yên pê neketine xistine heman hicreyan rê li ber belavbûna nexweşiyê vekirine.
- Girtiyan û girtiyan li hemberî girtiyên bi Covid-19ê ketine liv û tevgerin dijmirovahî nîşan dane.
- Di dema nexweşiya Covid-19ê de randewû hatine betalkirin, ji ber dermankirina bi kelemçe û pêkanînên karantînayê yên neyênî pirsgirêkên çûna nexweşxaneyan û dermankirinê zêdetir bûne.
- Li gelek girtîgehan mazke, dezenfektan, sabûn, kelûpelên paqijî û hîjyenê nadin girtiyan, an kêm didin wan. Kelêpelên hîjyenê bi avê rohn dikin û bi vî rengî didin girtiyan.
- Xwarinê têr nadin girtiyên Covid-19ê.
- Di dema lêgerîna hicreyan û li ser girtiyan de gartiyan maske û lepikan bikar naynin, cezayê hicreyê didin girtiyên ku wan hişyar dikin.