Fotograf: DISK
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Sendîkayên Karkeran a Stenbolê (IISŞP) aşkere kiriye ku wan ji 26ê Nîsanê heta 1ê Gulanê weke hefteya 1ê Gulanê ragihandiye. Sendîkayên ku bi ser Turk-Iş, Hak-Iş û DISKê ev platform ava kirine. Platformê goiye ku ewê 1ê Gulanê li hemû fabrîke û kargehan pîroz bikin.
Sendîkayên ku di karên tekstîl, çerm, kîmya, barkirin, lîman, tersane, xurek, metal, tenduristî û şaredariyan de birêxistinin, bang li karkeran kiriye ku têkoşînê xurtir bikin.
Di daxuyaniyê de wiha gotine: “Sendîkayên me wê li 130 fabrîke û kargehan û li 350 xalên ku girêdayî van kargeh û fabrîkayan e bernameyên 1ê Gulanê pêk bîne. Bi gotineke din wê dawxazên karkerên li Stenbolê li seranser werin bankirin.
“Kesên dixwazin 1ê Gulanê qedexe bikin, kesên bi sedema pandemiyê dixwazin bikin ku neyê pîrozkirin bila bizanibin, tiştê di 130 salî de nikarîbûn biser bixin, wê niha jî nikaribin biser bixin.”
Platformê dawxazên xwe yên din wiha rêz kirine:
- Bila karker ji kar neyên derxistin
- Bila Kod 29ê rakin
- Bila astengiyên bi pêş maf û azadiyên sendîkayî rakin
- Bila mehaneyan bidin ku karker li gor şert û mercên îro bikaribin debara xwe pê bikin
- Ne destûra bêmehane, lê bila karkerên di şert û mercên pandemiyê de bidestûr in, mehaneyên wan bi temamî bidin wan
- Ji bo têkoşîna bi pandemiyê re bila biryara qedexeya bi temamî ji bo 28 rojan bidin û mehaneyên hemû karker û kedkaran bi temamî bidin wan
- Bila ji bo hemû karker kedkaran testên berbelav û bilez werin kirin
Ji ber sedema pandemiyê Stenbol di nav de li gelek bagaran mitîng qedexe kiribûn ku pîrozbahiyên 1ê Gulanê jî di vê demê de qedexe bûbûn.
(HA/FD)