Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 318 hezar û 839 kesan hatine kirin û di encamê de testa 61 hezar û 967 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 932 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 362 kes bi nexweşiyê mirine. 52 hezar û 213 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 398 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 446 hezar û 591e.
Her weha 36 hezar û 975 kes mirine. 3 mîlyon û 844 hezar û 342 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)