Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 322 hezar û 128 kesan hatine kirin û di encamê de testa 61 hezar û 28 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 895 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 346 kes bi nexweşiyê mirine. 55 hezar û 592 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 375 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 384 hezar û 624e.
Her weha 36 hezar û 613 kes mirine. 3 mîlyon û 792 hezar û 129 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)