Fotograf: Mûrat Kûla / AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî daye.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gotiye, "Di herdu hefteyên pêşî yên meha Remezanê de em ê tedbîran hinekî din bişidînin û biçin xwegirtina qismî. Di serdema herdu hefteyên pêşî de heke em başbûna hedefkirî bidest nexin, dibe ku sepanên zehmettir werin."
Biryarên ku Erdogan aşkere kiriye weha ne:
“Qedexeya derketina derve ya dawiya hefteyê wê bidome, di nava hefteyê de di navbera saetên 19.00 û 05.00an de derketina derve wê qedexe be.”
“Di saetên qedexeya derketina derve de bêyî rewşên zerûrî dê destûra geştkirina nava bajaran neyê dayin.“
“Em ji bo kesên ji 65 salan mezintir û ji 18 salan biçûktir dîsan sînordarkirina bikaranîna wesayitên veguhastina bi komî tînin."
“Saziyên dewletê bi awayê ku saet 16.00ê biqede ew ê dîsan mesaiya bi dorê û sistkirî bînin.”
"Kafe, qawexane, lokal, bexçeyên çayê, salonên werzişê yên ku xizmeta xwarin û vexwarinê didin, dê heta dawiya cejnê wê girtî bin. Kargehên weke xwaringehan seranserê remezanê tenê di saetên diyarkirî de wê xizmeta bi pakêtan bike.”
“Otêl tenê dê bikarin xizmetê bidin mişteriyê xwe.”
“Civînên weke lijneyên giştî, dawet, nîşan, hinne, merbirîn, bername û çalakiyên di cîhên girtî de pêk tên wê heta piştî cejnê qedexe be.”
(EKN/AY)