*Fotograf: pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî biryara Wezareta Karûbarên Navxweyî, wê salonên sînemayê heta 12yê Gulanê girtî bimînin. Biryara navborî bi îmzeya Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî aşkere bûye.
Di Çiriya Paşiyê ya 2020an de Wezaretê biryar dabû ku salonên sînemayê li gor tedbîrên vîrusa koronaya nû heta 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an girtî bin. Di dawiya sala 2020ê de dîsa biryarek hatibû dayîn ku salon heta 1ê Adara 2021ê neyên vekirin.
Wezaretê di biryara xwe de bal kişandiye ser biryara beriya niha ku di 24ê Sibata 2021ê de daye û wiha gotiye: “Vê carê li gorî Biryarnameya Hejmar 5676 ya 30.03.2021ê ya Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Bajaran a Wezareta Karûbarên Navxweyî, ji bo dewamiya tedbîrên ji bo şewbê hatine girtin û piştgiriya van tedbîran” wê salonên sînemayan heta 12ê Gulana 2021ê girtî bimînin. (SO/FD)