Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 235 hezar û 298 kesan hatine kirin û di encamê de testa 37 hezar û 303 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 376 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 155 kes bi nexweşiyê mirine. 19 hezar û 925 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 54 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 277 hezar û 880e.
Her weha 31 hezar û 385 kes mirine. 2 mîlyon û 995 hezar û 33 kes jî baş bûne.(EKN/AY)