Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî di çarçoveya tedbîrên Covîd-19ê de giştînameyek bi mijara ‘Nirxandina Tedbîran’ ji walîtiyan re şandiye,
Li gor vê biryarên ku hatine girtin ev in:
li bajarên ku xeteriya Covîd-19ê li wan kêm yaxud navend e, dê dawiya hefteyê seat ji 21.00 heta 05.00 sînordarkirina derketina derve bê cîbicîkirin.
Li bajarên ku xeteriya Covîd-19ê li wan bilind e roja îniyê ji saet 21.00 heta şemiyê 05.00ê, roja şemiyê ji saet 21.00 heta roja duşembê 05.00ê sînordarkirin bên cîbicîkirin.
Li bajarên ku xeteriya Covîd-19ê li wan gelekî bilind e, dê sînordarkirina derketina derve ji roja îniyê saet 21.00ê heta roja duşembê saet 05.00ê bê cîbicîkirin.
Dawiya vê hefteyê (3-4 Nîsan) yên ku pêştir dîroka merbirînê, merasîma merê sitendibin, yên ku beşdarî dawetê bibin dê ji sînordarkirinan miaf bin.
Dê giraniyê bidin agahîdana ji bo sînordarkirina çalakiyên navmalî yên weke serdana malbat/xizman ku di têgeriya Kovîd-19ê de çavkaniyeke berbiçav in.
(EKN/AY)