Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 221 hezar û 738 kesan hatine kirin û di encamê de testa 29 hezar û 762 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 142 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 146 kes bi nexweşiyê mirine. 17 hezar û 761 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 720 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 91 hezar û 282e.
Her weha 30 hezar û 462 kes mirine. 2 mîlyon û 881 hezar û 643 kes jî baş bûne.(EKN/AY)