Duh 20 hezar û 49 kes bi Covid-19ê ketine, 81 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 184 hezar û 452 kesan hatine kirin û di encamê de testa 20 hezar û 49 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 81 kes jî mirine.
![Duh 20 hezar û 49 kes bi Covid-19ê ketine, 81 kes mirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/241/033/original/Adsız_tasarım_(2).jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 184 hezar û 452 kesan hatine kirin û di encamê de testa 20 hezar û 49 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 902 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 81 kes bi nexweşiyê mirine. 18 hezar û 615 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 503 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 950 hezar û 603e.
Her weha 29 hezar û 777 kes mirine. 2 mîlyon û 770 hezar û 638 kes jî baş bûne.(EKN/AY)