Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 167 hezar û 526 kesan hatine kirin û di encamê de testa 18 hezar û 912 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 869 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 73 kes bi nexweşiyê mirine. 17 hezar û 161 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 484 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 930 hezar û 554e.
Her weha 29 hezar û 696 kes mirine. 2 mîlyon û 752 hezar û 23 kes jî baş bûne.(EKN/AY)