Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 145 hezar û 130 kesan hatine kirin û di encamê de testa 14 hezar û 556 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 814 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 67 kes bi nexweşiyê mirine. 9 hezar û 193 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 309 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 821 hezar û 943e.
Her weha 29 hezar û 227 kes mirine. 2 mîlyon û 649 hezar û 862 kes jî baş bûne.(EKN/AY)