Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 137 hezar û 885 kesan hatine kirin û di encamê de testa 11 hezar û 322 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 685 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 68 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 873 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 220 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 746 hezar û 158e.
Her weha 28 hezar û 839 kes mirine. 2 mîlyon û 601 hezar û 137 kes jî baş bûne.(EKN/AY)