Fotograf: Emre Orman
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî bi sedema ku “dikare mafê xwe yê tenduristiyê bi dest bixe” daxwaza sekinandina cezakirina parêzer Aytaç Unsalî qebûl nekiriye.
Parêzer Unsalî ji bo mafê daraza adil 215 rojan çalakiya greva rojiya mirinê pêk anîbû û paşê qebûl kiribû ku were dermankirin. Ji ber dermankirina wê dewam dikir, dadgehê biryar dabû ku cezakirina wî ya ji ber doza Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) were sekinandin. Lê Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiribû ku Unsal dema xwestiye bireve derveyî Tirkiyeyê, tevlî sê koçberan hatiye zeftkirin. Dadgehê biryara girtina Unsalî dabû û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê.
Unsalî bi rêya Buroya Hiqûqê ya Gelî serî li dadgehê dabû û xwestibû cezakirina wî were sekinandin lê dadgehê ev daxwaza wî qebûl nekiribû. Li ser vê rewşê Unsalî di 4ê Sibatê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye û xwestiye ji bo wî biryara tedbîrê bistînin.
Dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û gotiye ku Unsal dikare mafê xwe yê tenduristiyê bikar bîne.
Buroya Hiqûqê ya Gelî di daxuyaniya xwe ya derbarê vê mijarê de gotiye, dermanên vîtamîna Byê ya Unsalî li girtîgehê danine wî û testên wî yên zirara di lingên wî de nayên kirin, piştî wî ji nexweşxaneyê birine girtîgehê, 14 rojan bi tena serê xwe di karantînayê de hiştine. (AS/FD)