* Fotograf: Mustafa Murat Kaynak - Enqere / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye ku di navbera 15 û 22yê Sibatê de ji ber guh nedane tedbîrên “pandamiyê” û biryara qedexeyê ya derketina derve binpê kirine polîsan ceza li 31 hezar û 197 kesan birîne.
Wezaretê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye, di nava hefteyê de saet ji 21.00ê heta 05.00ê û roja înê ji saet 21.00ê heta roja duşemê 05.00ê biryar bû ku derketina derve qedexe be. Welatî bi giştî li gorî van biryaran tevgeriyane.
Digel vê rewşê, ji ber ku guh nedane tedbîrên pandemiyê li gorî xalên peywendîdar ên Qanûna Tenduristiya Gel ya Giştî û Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ceza li 31 Hezar û 197 kesan hatiye birîn.
Beriya niha hiqûqnasan diyar kiribûn ku birîna cezayê pereyan ya ji ber qedexeya derketina derve û nebikaranîna maskeyan dijhiqûqî ye û hin dadgehan ew ceza betal kiribûn. (AS/FD)