Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 101 hezar û 105 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 546 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 601 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 77 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 2 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 185 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 638 hezar û 422e.
Her weha 28 hezar û 60 kes mirine. 2 mîlyon û 523 hezar û 760 kes jî baş bûne.(RT/AY)