Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) aşkere kiriye ku wê ji serê Adarê û pê ve pêvajoya jiyana asayî qonax bi qonax bidin destpêkirin.
Erdoganî duh piştî civîna lijneya wezîran civîna çapemeniyê li dar xistiye û wiha gotiye:
“Li gor krîterên Wezareta me ya Tenduristiyê diyar kirine me bajarên xwe kirine çar kom û em ê ji serê Adarê û pê ve qonax bi qonax dest bi pêvajoya asayîbûnê bikin.
“Bajarên me wê li gorî ‘rîska kêm’, ‘rîska navîn’, ‘rîska bilind’ û “rîska bilindtirîn’ bên komkirin û pêvaja wiha dest pê bike.
“Em ê pêşiyê yekşem û şemiyê, paşê jî ji bo demên din qedexeya derketina derve qonax bi qonax rakin.
“Nexşerêya ku wê bihêle karê esnafên me yên xwediyên restoran, kafe, karaathane û yên weke wan hêsan bike, em he di rojên pêş de aşkere bikin.” (AO/FD)