Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 117 hezar û 121 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 325 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 649 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 86 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 209 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 193 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 609 hezar û 359e.
Her weha 27 hezar û 738 kes mirine. 2 mîlyon û 496 hezar û 833 kes jî baş bûne.(EKN/AY)